PeyamaKurd – Hukumeta Nîjeryayê ragihand ku arîşeyên dîplomatîk yên navbera Nîjerya û Amerîkayê piraniya wan çareser bûne û di seha tendutiristiyê de peymana hevkariyê îmza kirine.
Wezîrê dewleta Nîjeryayê yê agahiyan û rêvebiriya netewî Muhammed Îdris ragihand ku li ser rêzgirtina her dû terefan têkiliyên her dû dewletan xwurt bûne. Di navbera DYA û Nîjeryayê de bi sedema Nîjerya li Xîrîstiyanên wê derê zilm dike û tên kuştin, Trump Nîjeryayê bi mudaxeleya leşkerî tehdîd kiribû.
Muhammed İdris, li payîtexta Nîjeryayê li Abujayê di civîna dawiya salê de ragihand ku arîşeyên navbera her dû dewletan bi piranî çareser bûne û ev jî di rêya diyalogê de bûne.
Îdrîs her weh aragihand ku di navbera her dû hukumetan de bo 5 salan bi temamê bi miqdarê 5,1 milyar dolarî peymana hevkariyê îmza kirine, 2,1 milyar dolarê wê hîbbeye û yên dinê wê hukumeta Nîjeryayê bide.