Hewlêr | 5emîn Tûrnûvaya Kişikê ya Barzanî dest pê kir

Hewlêr | 5emîn Tûrnûvaya Kişikê ya Barzanî dest pê kir

PeyamaKurd – 5emîn tûrnûvaya şampiyoniya cîhanî ya kişikê ya Barzanî doh Înê bi beşdariya gelek berpirsên hikimî û hizbî, konsulên welatên biyanî li Hewlêrê û komeke bijarte ya kişikbazên Kurdistanî û cîhanî dest pê kir.

Tûrnûvaya ku her sal ji bo bîranîna rojbûna nemir Mela Mistefa Barzanî tê lidarxistin, îsal bi hemahengiya Klûba Siwarî ya Navdewletî ya Hewlêrê, Klûba Kişikê ya Xanzad û Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî tê lidarxistin.

Di çapa îsal de lîstikvanên ji temenên cuda, li gel çend pêşbazên navneteweyî hene.

Tûrnûva dê 2 rojan bidome, di encamê de serkeftî dê xelatên hêja wergirin.

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.