Pall Weşanê Edebiyata Berxwedanê ya Barbara Harlowê belav kir

Pall Weşanê Edebiyata Berxwedanê ya Barbara Harlowê belav kir

PeyamaKurd – Pall Weşanê pirtûka navdar a Barbara Harlowê, Edebiyata Berxwedanê (Resistance Literature), ku yekem car di sala 1987an de hatiye weşandin, bi wergêra Umran Aran û Yusiv Hemed a ji Îngilîzî belav kir.

Ev xebata rexneyî, ku pêşgotina Serdar Şengul û Mia Carterê hatiye xemilandin, xwîner û lêkolerên Kurdî vedixwîne nav danûstendineke kûr a fikrî û edebî.

Edebiyata Berxwedanê, bi nêzîkatiyeke siyasî û postkolonyal, rola edebiyatê ya di têkoşînên azadiyê yên sedsala 20an de, bi taybetî jî yên li welatên wekî Filistîn, Nîkaragûa û Afrîkaya Başûr, nîqaş dike. 

Pirtûka ku li ser cureyên cihêreng ên edebî yên mîna helbest, vegêran û bîranînên girtîgehê hatiye avakirin, balê dikêşe ser mijarên tematîk û şert û mercên dîrokî yên ku bandorê li stratejiyên çandî û siyasî yên tevgerên berxwedanê kirine.

Ev berhem, ku li Ewropayê gelek caran hatibû paşguhkirin, niha bi Kurdî jî derfeta xwendin û nîqaşkirinê peyda dike.

 

Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.