Almanya li Polonyayê balafir û leskeran bicîh kir

Dîroka Weşanê :
Almanya li Polonyayê balafir û leskeran bicîh kir

PeyamaKurd – Piştî di Derya Reş de Ûkrayna li keştiyên Rûsyayê xist, car din di navbera Ewrûpa û Rûsya de gengeşe germ bû. Almanya hemleyekî dinê kir û 150 leşker û balafirên Eurofighter li Polonyayê bicîh kir. Almanya bo baskê Rojhilatê Ewrûpayê xwurt bike û li hemberê îhlalên Rûsyayê tedbîran bistîne, çend balafir û 150 leşkeran bicîh kir.

Wezareta Almanya ya bergiriyê ragihand ku wezaretê ji hêzên hewayî yên Almanya pîlot, teknisyen, xebatkarên ewlehiyê û ji polîsên leşkerî 150 kesan li Plonyayê wezîfedar kiriye.

Almanya her weha ji balafirgeha leşkerî ya Bakûre Ren-Vestfalyayê ji baregeha Nörvenich ya hewayî çend heb balafirên şer yên Eurofighterê şandiye balafirgeha Polonyayê ya bi navê Malborkê ku balafirgeha leşkeriye.