PeyamaKurd- Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier, li Parlamentoya Brîtanyayê axivî û êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê wekî êrîşeke dijî pergala ku piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn li Ewropayê hatiye damezrandin bi nav kir.
Steinmeier diyar kir ku ev êrîş ne tenê êrîşeke li ser welatekî ye, lê êrîşeke li ser wê pergala ku li ser hiquqa navneteweyî û awayê guhertina sînoran bi tundiyê hatiye avakirin e.
Steinmer destnîşan kir ku divê li hember hewldanên dabeşkirinê, welatên Ewropayê yekhelwest bin û nirxên hevpar biparêzin.
Di mijara têkiliyên derve de, Steinmeier bîr xist ku Almanya, Brîtanya û Fransa wekî welatên E3 bi hev re tevdigerin; li dijî Rûsyayê dorpêçan koordîne dikin, çekan didin Ukraynayê û leşkerên Ukraynayê perwerde dikin.