Roja rûxandina rejîma Esed li Rojavayê Kurdistanê bû betlane

Dîroka Weşanê :
Roja rûxandina rejîma Esed li Rojavayê Kurdistanê bû betlane

PeyamaKurd- Li Rojavayê Kurdistanê, 8ê Kanûnê ku sala borî rejîma Beşar Esed û Beasê hatibû hilweşandin wekî betlane hate îlankirin.

Hevserokatiya Meclisa Birêvebir a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 8ê Kanûna a 2025an bi boneya "Salvegera Hilweşîna Rejîma Beasê" betlaneya fermî ye.

Biryarnameya Hejmar 19 hate weşandin ku tê de hate ragihandin, 8ê Kanûnê li hemû sazî û dezgehên giştî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja duşemê betlane ye.

Di biryarê de hat gotin ku saziyên ku karên wan berdewamiyê dixwazin ji vê betlaneyê bêpar in.