Sûdanî li ser mijara lîsteya terorê lêpirsîn da destpêkirin

Dîroka Weşanê :
Sûdanî li ser mijara lîsteya terorê lêpirsîn da destpêkirin

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser mijara "şaşiya" ku di Rojnameya Fermî ya Iraqê Waqayiyên Iraqê  (Weqayî el-Iraqiye) de li ser lîsteya terorê ‘Hizbulaha Libnanê û Hûsiyên Yemenê’ hatiye belavkirin biryara lêpirsînê derxist.

Sûdanî ragihand ku rizamendiya Iraqê tenê ji bo destdanîna ser mal û milkên "DAIŞ û El Qaîdeyê" bûye.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê diyar kir, Sûdanî ferman daye ku lêpirsîneke lezgîn were destpêkirin da ku berpirsyarî were diyarkirin û kesên ku di wê "şaşiya" di biryara hejmar 61ê ya sala 2025an a Komîteya Cemidandina Samanên Terorîstan a Iraqê de kêmxemî kirine bên cezakirin.

Ofîsa Sûdanî da xuyakirin, tiştê ku di rojnameyê de hatiye belavkirin, çend deq in ku "helwesteke ne rast" nîşan didin.

Hate gotin, rizamendiya aliyê Iraqî ya ji bo cemidandina mal û milkan li ser bingeha daxwaza aliyê Malezyayê, tenê ji bo lîstekirina wan sazî û kesên ku pêwendiya wan bi her du rêxistinên terorîst ên DAIŞ û El Qaîdeyê re heye bûye.

Hikûmeta Iraqê di beşeke din a daxuyaniyê de got, "Helwestên me yên siyasî û mirovî yên li hemberî destdirêjiyên li ser gelên Libnan û Filistînê, helwestên prensîbî û neguhêr in û nayên muzayedekirin. Ev jî rengvedana daxwaza gelê Iraqê bi hemû pêkhateyên wê ve ye."

Mihemed Şiya Sûdanî bersiveke tund da wan dengên ku rexne li hikûmetê girtibûn û got,"Ti kes ji nêçîrvan û îflaskiriyan nikare muzayedeyê li ser helwestên hikûmeta Iraqê bike."