Dadgeheke Tirkiyê bêrêziya li Sêx Seîd mehkûm kir

Dîroka Weşanê :
Dadgeheke Tirkiyê bêrêziya li Sêx Seîd mehkûm kir

PeyamaKurd- Dadgehê li ser vekirina doza li ser kesekî ku maketa Şêx Seîd a li sêdarê wekî xemla wesayîtê difirot û li ser medyaya civakî hatibû belav kirin biryar da. Komeleya Şêx Seîd piştî firotina wan maketan doz vekiribû.

Dadgeha Cezayê Asliye ya Diyarbekirê bi hinceta tawana "heqareta li bîranîna kesekî" (Madeya 130emîn a TCKyê) 8 hezar û 700 lîre cezayê pereyan li bersûc M.K. birî. Herwiha dadgehê 45 hezar lîre mesrefên darizandinê jî xist ser kesê bi navê M.K.

Wezareta Bazirganiyê jî piştî belavbûna wan makên bêrêziyê li bîranîna Şêx Seîd dikin ketibû tevgerê dest bi lêkolînê kiribû û firotina her cure maketên ku Şêx Seîd biçûk dixin bi hinceta ku nefret û cudakariyê provoke dikin û nirxên manewî dikin hedef, bi fermî qedexe kiribû.

Parêzerê malbata Şêx Seîd ev biryara qedexekirinê piştrast kir, lê diyar kir ku cezayê dadgehê tenê ji ber heqaretê kêm e û diviyabû ji ber sûcê giran ê "tehrîkkirina gel a ji bo kîn û dijminatiyê" (Madeya 216an) jî ceza bihata dayîn û malbatê ragihand ku ew ê li dijî hemû kesên ku wan berheman difiroşin û belav dikin bi awayekî hiqûqî gilî bikin.