PeyamaKurd – Piştî ku hikûmeta Iraqê Hizbullaha Lubnanê û Hûsiyên Yemenê (Ensarullah) wekî “rêxistinên terorîst” pênase kirin, bi tundî bertek nîşanî vê biryarê da û ji bo betalkirina biryarê kete nava tevgerê.
Li gorî nûçeya malpera El Hedesê ya Erebî, Hizbullah ji nûçeyên di medyaya Iraqê de yên derbarê “destdanîna ser mal û milkan” û xistina nav “lîsteya terorê” ya her du rêxistinan (Hizbullah û Hûsî) gelekî nîgeran bûye.
Çavkaniyan ragihand ku rêveberekî payebilind ê Hizbullahê tavilê bi rayedarên hikûmeta Iraqê yên li Bexdayê re têkilî daniye. Di hevdîtinê de Hizbullahê daxwaz kiriye ku ev biryara ku hem wan û hem jî hevalbendên wan Hûsiyan dike hedef, were paşvekişandin.
Hizbullahê di peyama xwe ya ji bo Bexdayê de ev biryar wekî “xeletî” bi nav kir û daxwazên jêrîn rêz kirin: