PeyamaKurd – Pêşmergeyê ciwan ê ku di aloziya gundê Lacan ê navçeya Xebatê de bi giranî birîndar bûbû, îro li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Bi vî awayî hejmara kesên di bûyeran de can da, derket dudoyan.
Pêşmergeyê bi navê Arman Senar Reşîd Dirî (21) yê ku di nav Hêzên Zêrevanê de erkdar bû, çar roj berê di bûyerên li gundê Lacanê de birîndar bûbû. Arman, îro (Pêncşemê) serê sibehê li Nexweşxaneya Rojavayê ya Hewlêrê canê xwe ji dest da.
Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw ji Rûdawê re axivî û got:
Arman wekî Pêşmerge li herêmê erkdar bû. Di bûyeran de birîndar bû û mixabin ji ber birînên xwe yên giran şehîd bû.”
Apê pêşmergeyê şehîd, Lîwa Salar Tehsîn Dirî jî da zanîn ku biraziyê wî ji bo parastina ewlehiyê çûbû herêmê. Dirî wiha got:
Arman di bûyerên Lacanê de bi guleyek li gurçika wî ket bi giranî birîndar bû. Ew çar roj bûn li nexweşxaneyê dihat dermankirin, lê mixabin, îro sibehê can da.”
Bi şehîdbûna Arman Dirî re, hejmara kesên ku di bûyerên Lacanê de canê xwe ji dest dane gihîşt duyan. Beriya niha jî şofêrê barhilgirekê yê bi navê Îrfan Berzencî canê xwe ji dest dabû.
Komîteya Ewlehiyê ya Hewlêrê ragihandiye ku “komeke teşwîqkirî” êrîşî avahiyên giştî kiriye, lê niha rewş hatiye kontrolkirin û aramî li herêmê serdest e.