Hikûmeta Iraqê Hizbullaha Lubnanê û Hûsiyên Yemenê xistin lîsteya terorê

Dîroka Weşanê :
Hikûmeta Iraqê Hizbullaha Lubnanê û Hûsiyên Yemenê xistin lîsteya terorê

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê biryar da ku Hizbullaha Lubnanê û Hûsiyên Yemenê bixe "lîsteya terorê" û mal û milkên wan cemidand. 

Hat ragihandin ku ev biryar di 17ê Mijdara 2025an de di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin.

Di heman lîsteyê de navê serokê HTŞyê Colanî jî wekî "Ehmed Huseyîn Şera" hat nûkirin.

Parlamenterê nêzîkî Heşdî Şebî, Mistefa Senad, ev biryar wekî "şerm"ê bi nav kir û ew bi nêzîkbûna Serokwezîr Sûdanî û Trump ve girê da.