PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bîlançoya şerên xwe yên meha Mijdarê eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 5 operasyonên cuda de 11 endamên DAIŞê hatine girtin ku 4 ji wan berpirsên payebilind in. Yek ji berpirsan di operasyona Kampa Holê de hatiye girtin.
Herwiha hat diyarkirin ku 2 dronên ji herêmên hikûmeta Sûriyê hatibûn, hatine xistin û şaneyeke ku ji Şam û Serêkaniyê dihat birêvebirin, hatiye têkbirin.
Bîlançoya 2025an: Ji destpêka salê ve di 81 operasyonan de bi giştî 185 endamên DAIŞê hatine girtin û 7 jî hatine kuştin.