Leskerên Tirk li sînorê Makûyê kolberekî Kurd qetil kir

Dîroka Weşanê :
Leskerên Tirk li sînorê Makûyê kolberekî Kurd qetil kir

PeyamaKurd – Li herêma sînorî ya bajarê Makûyê, kolberekî Kurd dema ku karê xwe yê kolberiyê dikir, bi guleyên leşkerên Tirk hat qetilkirin.

Li gorî rapora Saziya Mafên Mirov a Hengawê, bûyer roja Sêşemê (02.12.2025) li gundê Yermaqê qewimiye. Kolberê Kurd ê bi navê Husên Dewletxayê xelkê bajarê Makûyê yê Rojhilatê Kurdistanê, dema ku li ser sînor karê xwe dikir, bûye armanca guleyên leşkerên Tirk û li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Husên Dewletxayê ku bavê sê zarokan bû, piştî karûbarên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Fecrê ya Makûyê, li gundê xwe hat veşartin. 

Hengawê diyar kir ku rejîma Îranê heta niha bêdeng e.

Hat bibîrxistin ku vê bûyerê birîna malbatê nû kir; ji ber ku birayê Husên, Wehîd Dewletxayê 18 salî jî di sala 2013an de li heman herêmê ji aliyê leşkerên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin.