PeyamaKurd – Hûrgiliyên peywendiya telefonî ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Nicolas Maduro de derketin holê. Hat îdiakirin ku Maduro ji bo terikandina desthilatdariyê amadebûna xwe nîşan daye, lê şertên wî ji aliyê Washingtonê ve nehatine qebûlkirin.
Li gorî nûçeya rojnameya “Telegraph”ê, Maduro di hevdîtina 15 xulekî de sê daxwazên sereke pêşkêş kirine: Parastina serweta wî ya 200 milyon dolarî, mafê penaberiyê li welatekî dost û ya herî girîng; parêzbendî ji bo nêzîkî 100 berpirsên payebilind ên derdora wî.
Lê belê, Qesra Spî daxwaza parêzbendiyê red kiriye. Sedem ew e ku Amerîka van kesayetên payebilind wekî endamên “Kartela Rojan” (rêxistina bazirganiya madeyên hişbir) dibîne û naxwaze ew di hikûmeta nû de cih bigirin.
Di hevdîtinê de li ser cihê ku Maduro dê lê bimîne li hev nehatiye kirin. Trump welatên wekî Rûsya, Çîn û Qeterê pêşniyar kirine. Rojnameya “Washington Post” jî beriya niha îdia kiribû ku dibe ew bireve Tirkiyeyê.