PDK-Sê encamnameya civîna polîtburoya xwe eskere kir

Dîroka Weşanê :
PDK-Sê encamnameya civîna polîtburoya xwe eskere kir

PeyamaKurd- Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) piştî civîna Polîtburoyê ku 11ê Mijdarê hatibû lidarxistin, encamnameya civînê ji raya giştî re ragihand.

PDK-Sê ragihand, Sûriye ji "Bereya Muqawemeyê" derbasî nav "Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî Terorê" bûye û di vê qonaxa nû de daxwaza çareseriyeke siyasî kir ku mafên hemû pêkhateyan û Kurdan tê de bê garantîkirin.

Hate diyarkirin ku di civînê de geşedanên dawî yên siyasî, pêwendiyên ligel rêveberiya nû ya Şamê û rewşa navxweyî ya Kurdan hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, civaka navdewletî deriyên xwe li ber rêveberiya heyî ya li Şamê vekirine û wiha hate gotin: "Sûriye ji bereya ku jê re digotin 'muqaweme', derbasî nava Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî terorê bûye. Ev veguhastin bandoreke rasterast li paşeroja Sûriyeyê û pêgeha wê ya herêmî dike."

PDK-Sê tekez kir, divê ev pêşhatên nû xizmeta çareseriyeke siyasî ya berfireh bikin, bi şertê ku "mafên hemû pêkhateyan û Kurdan tê de parastî bin û bibin şirîkên rastîn di diyarkirina paşeroja welêt de."

Di civînê de hatiye diyarkirin, divê her derfeteke peywendiya siyasî were nirxandin û bikaranîn, bi şertê ku xizmeta doza gelê me bike.

PDK-Sê da zanîn, "ev gav divê bi pabendbûna prensîb û helwestên hevbeş ên Tevgera Siyasî ya Kurdî werin avêtin û ev helwest li gorî guhertinên bilez ên li herêma me werin nûkirin. " 

Herwiha biryar hat dayîn ku peywendiyên ligel hemû hêzên niştimanî yên Sûriyeyê berdewam bikin û PDK-S di hemû qadan de xwedî beşdariyeke siyasî ya çalak be.

Polîtburoya PDK-Sê got, şêwazên danûstandina ligel rêveberiyê bi hevbeşên wan ên encamên Konferansa 26ê Nîsana 2025an bên gotûbêj kirin. Ev danûstandin dê bi rêya navbeynkar û dostên ku girîngiyê didin doza Kurdî, bêne kirin.

Di civînê de ev xal hatin eşkere kirin:

1- Divê em bigihîjin formeke "hevbeşiya rastîn" ku mafên neteweyî yên gelê me misoger bike.

2- Ev hevbeşî divê li ser bingeha nêrîna siyasî ya hevbeş a ku di Konferansa 26ê Nîsanê de derketiye, were avakirin û berjewendiyên gel biparêze.

3- Bi tundî hat destnîşankirin ku divê li herêmên me dawî li "tekrewiya" (yekalîbûna) di biryarên siyasî û îdarî de were anîn.

ENKS destkeftiyeke girîng e

Di beşeke din a daxuyaniyê de, bal hat kişandin ser rola Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û wekî "destkeftiyeke siyasî ya girîng" hat pênasekirin. Civînê tekezî li ser parastina yekrêziya ENKSê û aktîfkirina saziyên wê kir, da ku di vê qonaxa hestiyar de rola xwe bibîne.

Di dawiyê de, PDK-Sê biryar da ku pêkhateya xwe ya rêxistinî li navxwe û derveyî welat (Ewropa, Tirkiye, Herêma Kurdistanê û hwd.) xurtir bike û hebûna xwe li ser tevahiya cografyaya Sûriyeyê ku Kurd lê dijîn, berfirehtir bike.