Almanyayê ji ber êrîsên sîberî bangî balyozê Rûsî kir

Dîroka Weşanê :
Almanyayê ji ber êrîsên sîberî bangî balyozê Rûsî kir

PeyamaKurd- Wezareta Derve ya Almanyayê ragihand ku wan bangî Sergey Nechayev, Balyozê Rûsyayê yê Berlînê kiriye.

Hate diyarkirin ku sedem gazîkirina balyozê rûsî êrîşên sîberî yên li ser sîstemên kontrola trafîka hewayî ya di meha Tebaxa 2024an de û dezenformasyona ser pêvajoya hilbijartinê ye.

Berdevkê Wezaretê Martin Giese, diyar kir ku delîl hene ku Rûsya li pişt van çalakiyên hanê ye, yên ku ewlehiya wan tehdît dikin û armanca wan parçekirina civaka Alman û kêmkirina baweriya bi saziyan e. Giese herwiha anî ziman ku ji Balyoz Nechayev re hatiye gotin ku Almanya çalakiyên Rûsyayê ji nêz ve dişopîne û dê bersivê bide wan, herwiha ew ê bi hevkarên xwe yên Ewropî re hevrêzîyê bikin da ku Rûsya bedela van çalakiyên hîbrîd bide.