Almanyayê rakirina qedexeya firotina alavên leskerî bo Îsraîlê ragihand

Dîroka Weşanê :
Almanyayê rakirina qedexeya firotina alavên leskerî bo Îsraîlê ragihand

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku hikumeta Almanya ambargoyên çekan û alavên leşkerî yên li ser Îsraîlê 24ê Mijdarê betal dike wekî sedem jî agirbesta Xezeyê nîşan dide û diyar dike ku aştî hatiye, loma wateya ambargoyan jî nemaye.

Hikûmeta Almanya ragihand ku piştî agirbesta Xezeyê, ew ê sînordarkirinên li ser hinardekirina alavên leşkerî bo Îsraîlê rake.

Serokwezîrê Alman Friedrich Merz di meha tebaxê de gotibû ku ew ê destûrê nede hinardekirina alavên leşkerî yên ku li Xezeyê têne bikar anîn.

Berdevkê hikumeta Alman, diyar kir ku ambargoya firotina çekan a qismî bo Îsraîlê dê di 24’ê Mijdarê de bê rakirin.

Berdevk got: “Li Xezeyê ji 10’ê Cotmehê ve agirbest heye û alavên leşkerî yên Alman li Xezeyê nehatine bikaranîn.”