Amerîkayê fermana kirîna "hejmareke mezin" ji bombebaranên B-2yan da!

Dîroka Weşanê :
Amerîkayê fermana kirîna "hejmareke mezin" ji bombebaranên B-2yan da!

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku welatê wî fermana kirîna "hejmareke mezin" ji bombebaranên B-2 yên ku di êrîşên asmanî yên 22ê Hezîranê yên li ser tesîsên nukleerî yên Fordo, Natanz û Îsfahanê yên Îranê de hatine bi kar anîn daye.

Trump derbarê bombebaranên B-2 yên ku di êrîşên asmanî yên 22ê Hezîranê yên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê de hatine bikaranîn de daxuyaniyek da.

Trump B-2 wekî "bi tevahî nedîtî" bi nav kir û nêrîna xwe dubare kir ku êrîşa bi van balafiran re hatiye kirin potansiyela nukleerî ya Îranê bi tevahî "wêran kiriye".

Trump ragihand ku Amerîkayê ji bilî balafirên ku berê xwedî wan in, fermana kirîna hejmareke mezin ji B-2yan jî daye.