NY êrîsa Kor Morê sermezar kir!

Dîroka Weşanê :
NY êrîsa Kor Morê sermezar kir!

PeyamaKurd - Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Iraqê (UNAMI) êrîşa bi moşekan li ser qada gazê ya Kor Mor li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê şermezar kir. NY tekez kir ku êrîş ne tenê kiryarek sabotajê ya aborî bû, lê di heman demê de peyamek xeternak a ku avahiya federal a Iraqê hedef digire jî hildigire.

Piştî êrîşa bi moşekan a ku roja Çarşemê şeva borî li qada gazê ya Kor Mor hatibû kirin, UNAMI daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev êrîş ne tenê zirarê dide binesaziya aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê; di heman demê de peyamek neyînî dişîne, nemaze li dijî pergala federal a Iraqê."

Rayedarên UNAMI diyar kirin ku kiryarên bi vî rengî yên ku binesaziya sivîl hedef digirin "nayên qebûlkirin" û bang li aliyên pêwendîdar kirin ku tedbîrên lezgîn bigirin da ku pêşî li dubarebûna binpêkirinên bi vî rengî bigirin.