PeyamaKurd _ Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî ragihand ku di encama bombebaranên Amerîkayê de, tesîsên wan ên nukleerî yên li Fordow, Natanz û Îsfahanê zirareke giran dîtine. Araqçî di hevpeyvînekê de destnîşan kir ku her çend binesaziya van navendan hatibe hedefgirtin jî, zanist û teknolojiya wan a nukleerî ji nav neçûye û ew ê dev ji mafê xwe yê dewlemendkirina ûranyûmê bernedin.
Araqçî bal kişand ser "şerê 12 rojî" yê ku di Hezîrana 2025an de di navbera Îran û Îsraîlê de qewimî û hişyarî da ku îhtîmala destpêkirina şerekî nû hîn jî li dar e. Wezîrê Îranî diyar kir ku dewleta wî ji bo danûstandinên li ser bingeha "rêzgirtina hevbeş" amade ye, lê di bin zext û gefan de tu carî teslîm nabe.
Her wiha Araqçî bi bîr xist ku ji ber ku aliyên din pabendî sozên xwe nebûne, Îranê di Cotmeha borî de bi fermî dawîanîna Peymana Nukleerî ya 2015an ragihandiye û êdî tu sînorkirinên navneteweyî li ser bernameya wan a atomî nemane. Tevî ku Tehran serdana mifetîşên IAEAyê ya bo tesîsên xerabbûyî heta niha red kiriye, Araqçî got ku ew ji bo diyalogê bi ajansê re vekirî ne.