PeyamaKurd – Tirkiye ji bo nûkirina peymana Boriya Petrolê ya Iraq-Tirkiyeyê (ITP), ku petrola Kerkûkê dighîne bendera Ceyhanê ya li ser Deryaya Spî, şertên giran datîne ser maseya danûstandinan. Enqere daxwaz dike ku di peymana nû de kontrola tevahî ya beşê boriyê yê di nav axa Tirkiyeyê de (650 km) di destê wê de be û Iraq ji bo kapasîteya ku dixwaze hinarde bike, pêşwext serlêdanê bike.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê, Alparslan Bayraktar, diyar kir ku ew êdî li ser bingeha "dabeşkirina kapasîteyê" mekanîzmayekê dixwazin. Li gorî daxuyaniyan, ji ber doza tazmînatê ya 1.5 milyar dolarî ya li Parîsê û nezelaliya siyasî ya piştî hilbijartinên Iraqê, pêvajoya lihevkirinê hêdî dimeşe.
Di heman demê de, Tirkiyeyê xeta petrola Gabarê ya ku hilberîna wê gihîştiye 80-100 hezar bermîlan, bi vê boriyê ve girê daye. Ev yek wekî faktorekî ku destê Enqereyê di danûstandinan de xurtir dike tê nirxandin. Karbidestên Tirk destnîşan dikin ku xebitandina boriyê bi kapasîteya kêm lêçûnên wê nagire û armanca wan ew e ku xet bi kapasîteya xwe ya tevahî (1.5 milyon bermîl di rojê de) were xebitandin.