Artêşa Îsraîlê: “Me bi 200 balafiran li 500 hedefan xist”

Dîroka Weşanê :
Artêşa Îsraîlê: “Me bi 200 balafiran li 500 hedefan xist”

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew bi 200 balafiran li 500 hedefan xistine û ev tevger di dîroka hêza hewayî ya Îsraîlê de tevgera herî mezine.

Di êrîşan de artêşa Îsraîlê rampayên fuzeyên Îranê û sîstemên hewayî yên Îranê kirine hedef. Artêşê got:

“Me bi sedan muhîmmatan xist hedefan û ev di dîroka hêzên hewayî yê Îsraîlê de tevgera herî mezine, me plana xwe bi îstîxbarata esehî zexm kir û di heman wextê de bi sedan balafir operasyonê bicîh aniye.”