Artêşa Pakistanê diçe Xezeyê? Munir û Trump dicivin

Dîroka Weşanê :
Artêşa Pakistanê diçe Xezeyê? Munir û Trump dicivin

PeyamaKurd – Rêveberiya Amerîkayê hewl dide Pakistanê razî bike ku leşkeran bişîne Xezeyê. Ji bo vê yekê, Serokê Artêşa Pakistanê Asim Munir dê li Washingtonê bi Donald Trump re bicive.

Li gorî plana Trump, divê hêzeke navneteweyî li Xezeyê were bicihkirin û Hemas bêçek bibe.

Munir ji bo wergirtina alîkariya aborî û leşkerî naxwaze daxwaza Trump red bike.

Lêbelê li Pakistanê tirseke mezin heye; heke leşker herin Xezeyê, dibe ku gelê Pakistanê yê ku alîgirê Filistînê ye û mixalîfên hikûmetê dest bi xwepêşandanên tund bikin.