PeyamaKurd- Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) alîkarî li ser 400 malbatên nû vegeriyane navçeya Şiyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, belav kir.
Hate ragihandin ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi alîkariya rêxistina Xalsa Eyd û bi hemahengîya li gel Rêveberiya Karûbarên Civakî û Kar li Efrînê, alîkarî li ser 400 malbatên ku nû vegeriyane navçeya Şiyê belav kirin.
Hate zanîn alîkarî ji kelûpelên xwarinê û paqijkirinê pêk hatibûn.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji dawiya meha borî ve alîkarî li ser 675 malbatên ku nû vegeriyane Efrînê belav kirine.