Bahçelî: Ez amade me biçim Îmraliyê, astengî nîne!

Dîroka Weşanê :
Bahçelî: Ez amade me biçim Îmraliyê, astengî nîne!

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), Devlet Bahçelî, îro di civîna heftane ya koma partiya xwe ya li parlamentoyê de daxuyaniyek da û ragihand ku ew amade ye bi xwe serdana Girtîgeha Îmraliyê bike. Ev daxuyanî di demekê de tê ku Bahçelî behsa "pêvajoya çekberdanê" kir ya ku bi banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de dest pê kiribû.

Bahçelî destnîşan kir ku "Komîsyona Aştiyê gihiştiye qonaxa dawî" û tekez kir ku "êdî tu wateya astengkirina çûna Îmraliyê nîne." Wî bi zelalî got, "Heke tu kes newêre biçe vê serdanê, ez ê 3 hevalên xwe bi xwe re bibim û ji bo çûna Îmraliyê dudilî nabim. Ez ê mêrxasane û bi bawerî li beramberî mixatabê xwe rûnim û çav li çavê wî tiştên ku divê bên gotin, bibêjim." Piştî van gotinan, Bahçelî ji endamên partiya xwe pirsî: "Gelo hûn destûrê didin ku ez biçim Îmraliyê?" û li ser vê pirsê, ji salonê dengê çepikan hat. Bahçelî jî got: "Sax bin. Temsîliyeta gel li vir e. Biryara gel ev e."

Di beşeke din a axaftina xwe de, Bahçelî nêrîneke erênî li ser pêşhatên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê anî ziman û behsa danûstandinên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta navendî ya Sûriyeyê de kir. Wî got: "Danûstandinên ji bo tevlîbûna HSD-YPyGê bi Hikûmeta Navendî re û diyalogên ku her roj di xeteke maqûl de bi rê ve diçin, cihê balê ne."

Bahçelî herwiha hevdîtina "erênî û avaker" a di navbera Serokê Sûriyeyê û Serokê Amerîkayê de bi kêfxweşî pêşwazî kir û diyar kir, ev yek ji bo pêkanîna lihevkirina 10ê Adarê mekanîzmayên zelal derdixe holê.