Balafirên B-52 li esmanê Kendavê digerin

Dîroka Weşanê :
Balafirên B-52 li esmanê Kendavê digerin

PeyamaKurd – Balafirên şer yên bombebarana giran xebatên xwe li balafirgeha Qatarê, li el-Udeid ku ji Îranê tenê 200-300 km dûre zêde kirin.

DYA, her weha ji hemwelatiyên xwe yên li Îranê xwest ku bê alîkarî bistînin, terka Îranê bikin û bi taybetî ciyên herî nêz bo wan Tirkiye û Ermenistane.

Medya Îsraîlê ragihand ku di 11ê mehê de ji balafirgeha Qatarê gelek balafirên şer yên DYAyê bi hewa ketin ku di nava wan de balafirên giran yên B52 hene. Her weha balafirên ku li hewa benzîna balafiran tije dikin yên KC-135 jî hebûne.

Baregeha bajarê Dohayê ku ji bajêr 35 km dûre, dirêjahiya pîsta wê 4,500 metreye û balafirên B52 dikarin ji wê derê operasyonan bikin. Li baregehê zêdetirê deh hezar leşkerên DYAyê hene.

Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt roja Duşemê ragihandibû ku berya her tiştî ew dîplomasiyê tercîh dikin lê ger pêwiste, rêvebiriya Trump ji mudaxeleya leşkerî xwe nade paş jî. Berdevk behsa operasyonê nekir û got:

“Tenê serok Trump zane wê çi bike. Ji ber wê jî divê dinya bisekine û tiştên bo pêş ku nizanin nebêjin.”