Dêrsim xwe teslîmê berfê kir: Berfê rêyên 287 gundan girt

Dîroka Weşanê :
Dêrsim xwe teslîmê berfê kir: Berfê rêyên 287 gundan girt

PeyamaKurd – Du roje ku li Dêrsimê berf dibare û ji 298 gundên Dêrsimê tenê rêyên 2 gundan vekirîne. Berfa herî zêde jî li ser rêya navça Pulumurê dibare. Li devera Zaxê aşîtê berfê ketiye nav rê û çûn û hatin hema nemaye.

Tîmên pêwendîdar dixebitin da rê vekin lê berf zêde bariyaye û hem derfetên hene, ew çend dikarin rê bidin xebatê.

Rayedar radigihînin ku li bilindahiyên deverê talûka ketina aşîtan heye û pêwiste hemwelatî ji xwe haydar bin.

Tîmên vekirina rê her çiqas rêyan vedikin jî, car din barîna berfê rêya digre û çûn û hatin bi zahmetî ketiye.