Balafireke perwerdeyê ya leşkerî ya Îranê ket xwarê

Dîroka Weşanê :
Balafireke perwerdeyê ya leşkerî ya Îranê ket xwarê

PeyamaKurd – Balafireke perwerdeyê ya Hêza Hewayî ya Îranê li sînorên parêzgeha Hemedanê ket xwarê û di encamê de pîlotekî pilebilind mir.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê (IRNA) îro (Înê, 20ê Sibata 2026an) bi îdiaya Cîgirê Waliyê Hemedanê Hamza Umerayî ragihand ku balafireke perwerdeyê ya Hêza Hewayî ya Îranê li sînorên parêzgeha Hemedanê ket xwarê.

Cîgirê Walî diyar kir ku balafir doh bi şev li herêma Nuberanê, ku di navbera parêzgehên Hemedan û Arak de ye, ket xwarê.

Umerayî destnîşan kir ku tîmên awarte û teknîkî ji bo diyarkirina sedema qezayê şandine cihê bûyerê û heta ku lêpirsîn temam nebe, tu agahî nayên parvekirin.

Daxuyaniyek ji Yekîneya Têkiliyên Giştî ya Baregeha Hewayî ya Nojeh li Hemedanê piştrast kir ku balafir di dema mîsyoneke şevê de ketiye xwarê.

Hat ragihandin ku di qezayê de pîlotekî pilebilind miriye, lê efserekî din ê di balafirê de sax maye.