PeyamaKurd – Rojnameya navdar a Brîtanî Financial Timesê, li ser bingeha çavkaniyên xwe yên îstîxbaratî û herêmî, eşkere kir ku piştî vekişîna HSDyê û ketina hêzên Şamê bo Kampa Holê, zêdetirî 20 hezar girtî reviyane. Tê gotin ku beşeke mezin a van reviyan ku endamên DAIŞê û malbatên wan in, berê xwe dane sê welatên cîran, bi taybetî Iraqê.
24 hezar kes bi bêdengî winda bûne
Rojnameyê bal kişand ser kêmbûneke neasayî ya nifûsa kampê di meha borî de. Li gorî zanyariyan, nêzîkî 24,000 kesên ku di kampê de girtî bûn, bi bêdengî winda bûne. Berdevka UNHCRê ya li Sûriyê, Celine Schmidt, ev agahî piştrast kir û got ku wan di hefteyên dawî de "kêmbûneke giring" di nifûsa kampê de dîtiye.
Riya revê: Qulên di dîwêr de û sînorên Iraqê
Hat ragihandin ku bi hezaran girtî bi rêya qulên di dîwarên zindan û kampê de reviyane. Metirsiya herî mezin ew e ku ev kes bi awayekî neqanûnî derbasî Iraq û Tirkiyeyê bûne. Niha di kampa ku berê bi deh hezaran kes tê de bûn, tenê nêzîkî 2,000 welatiyên Iraqî û Sûrî mane.
Kê alîkarî da wan?
Hîn bi fermî nehatiye piştrastkirin ku ev rev bi destê kê pêk hatiye. Lê belê du îhtîmalên sereke li ser maseyê ne:
Valakirina kampê û veguhestina ber bi Helebê ve
Ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) ragihand ku hikûmet ji bo valakirina tam a kampê dixebite. Jixwe şeş otobusên ku 400 kes hildigirtin, ji Holê ber bi kampeke li herêma Axtarînê ya gundewarê Helebê ve hatine veguhestin.
Ev pêşhat ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê gefeke ewlehiyê ya pir mezin e, ji ber ku ne diyar e bê çend ji van "reviyan" çekdarên çalak ên DAIŞê ne û niha li ku ne.