Îranê nameyek ji NYyê re şand: Gefên Trump cidî bibînin, êrîş dê bibe karesat

Dîroka Weşanê :
Îranê nameyek ji NYyê re şand: Gefên Trump cidî bibînin, êrîş dê bibe karesat

PeyamaKurd – Rewşa di navbera Washington û Tehranê de gihîştiye lûtkeya herî xeternak. Nûnerê Daîmî yê Îranê li NY, Emîr Seîd Îravanî, îro 20ê Sibata 2026an di nameyekê de ji bo Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres, hişyarî da ku gefên Donald Trump ên ji bo êrîşeke leşkerî "rastîn û nêzîk" in.

Hişyariya Trump: 15 roj dem ma

Ev nameya Îranê piştî daxuyaniya dawî ya Trump hat ku tê de gotibû:

Tehranê bi tenê 10 heta 15 roj hene ku peymanê qebûl bike, wekî din dê bi encamên giran re rû bi rû bimîne."

Trump bal kişandibû ser baregeha Diego Garciayê ku çêdibe ji bo armancgirtina tesîsên Îranê were bikaranîn.

Hişyariya ji bo herêmê û baregehên Amerîkayê 

Îravanî di nameya xwe de tekez kir ku her êrîş dê bibe sedema karesateke herêmî û wiha got:

 Li gorî Madeya 51emîn a Peymana NY, eger êrîşek pêk were, Îran dê bi hemû hêza xwe bersivê bide."

 

Îranê ragihand ku di rewşa şer de, hemû baregeh û berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê wekî hedefên rewa tên hesibandin.

Nûnerê Îranê dibêje her encama "nepêşbînîkirî û bêkontrol" a li herêmê, dê li ser milê Washingtonê be.

Dîplomasî yan şer? 

Nûnerê Îranê diyar kir ku ew hîn jî pîbendî rêyên dîplomatîk in û bi "niyeteke baş" danûstandinên nukleerî dikin. Lê wî hişyarî da Konseya Ewlekariyê ku eger pêşiya vê "êrîşkariya Amerîkayê" neyê girtin, dê ewlehiya navneteweyî bi temamî têk biçe.