PeyamaKurd – Li Bexdayê aloziyên li ser diyarkirina serokwezîrê nû kûrtir dibin û di vê çarçoveyê de civîna çaverêkirî ya hêzên Çarçoveya Hemahengiyê hat betalkirin.
Rayedarekî ji nav vê hevpeymaniyê îro 20ê Sibata 2026an aşkera kir ku ew civîna ku biryar bû duh êvarê were lidarxistin, ji ber nakokiyên kûr hat hilweşandin û nehat encamdan.
Li gorî zanyariyên ku kanala El-Cezîreyê ji zarê wî rayedarî belav kirine, sedema sereke ya hilweşandina civînê helwêsta Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî ye.
Hat ragihandin ku Malikî hîn jî bi tundî li ser namzediya xwe ya ji bo posta serokwezîrtiyê rijd e û naxwaze paşve gav baveje. Ji ber vê rikberiya Malikî, aliyên din ên di nav Çarçoveya Hemahengiyê de gihîştine wê baweriyê ku civîn bêsûd e û tu encameke nû jê dernakeve, lewma biryar hat girtin ku civîn neyê kirin.
Ev krîza navxweyî di demekê de ye ku zextên derve, nexasme hişyariyên tund ên Amerîkayê li ser namzediya Malikî, bandoreke mezin li ser yekdengiya malbata siyasî ya Şîe kiriye.
Hilweşandina vê civînê nîşan dide ku nakokiyên di navbera alîgirên Malikî û aliyên din ên hevpeymaniyê de gihîştine astekê ku êdî diyaloga navxweyî jî zehmet bûye û ev yek avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hîn zêdetir dixe nava tarîtiyê.