UNCHR: 191 welatiyên Iraqî ji Kampa Holê radestî Bexdayê hatin kirin

Dîroka Weşanê :
UNCHR: 191 welatiyên Iraqî ji Kampa Holê radestî Bexdayê hatin kirin

PeyamaKurd- Nûnerê Komîseriya Karûbarên Penaberan li Sûriyeyê (UNHCR) Gonzalo Vargas Llosa ragihand ku di çarçoveya hewldanên berdewam ên vegerandina penaberan bo welatên wan de, UNHCR doh 19ê Sibatê piştgirî da vegera 191 welatiyên Iraqî ji kampa Holê bo Iraqê.

LIosa diyar kir ku tîmên UNHCRê ji bo hêsankirina vê pêvajoyê heta bi gihandina karwan ber bi sînorê ve amade bûn û desthilatên Iraqê welatiyên xwe birin.

LIosa destnîşan kir ku wê vegerandina gelek malbatên Sûriyeyê bi piştevaniya UNHCRê û şirîkên wê ji kampa Holê berdewam bike û kamp bê valakirin.

Ajansê ragihand ku piştî kampa Holê kete destê hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi sedan malbatên li kampê birine gundewarê Helebê û Idlibê.