Lavrov û Eraqçî li ser bernameya nukleerî ya Îranê axivîn

Dîroka Weşanê :
Lavrov û Eraqçî li ser bernameya nukleerî ya Îranê axivîn

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hempîşeyê wî yê Îranî Ebas Eraqçî, di peywendiyeke telefonî de bernameya nukleerî ya Îranê û encamên muzakereyên nerasterast ên di navbera Amerîka-Îranê de ku li Cenevreyê hatibûn kirin, gotubêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê, di pêwendiya ku li ser daxwaza aliyê Îranî pêk hat de, tevî bernameya nukleerî ya Îranê, encamên muzakereyên nerasterast ên Amerîka-Îranê yên li Cenevreyê hatin nirxandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Wezîrên karên derve, bi berçavgirtina encamên muzakereyên nerasterast ên Amerîka-Îranê yên li Cenevreyê, derbarê geşedanên dawî yên çalakiyên nukleerî yên Îranê de ramanên xwe pevguherandin. Aliyê Rûsyayê piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya dîplomatîk a ku armanca wê gihîştina çareseriyên siyasî û dîplomatîk ên adil e, dubare kir, bi mercê ku rêz li mafên rewa yên Îranê yên li gorî prensîbên Peymana Belavnekirina Çekên Nukleerî bê girtin."

Hate diyarkirin ku Lavrov û Eraqçî li ser hinek mijarên dualî yên ku dikevin çarçoveya berjewendiyên hevbeş de jî axivîn.