Ehmed Şera bi rêveberên ji bo Hesekê hatine erkdar kirin re civiya

Dîroka Weşanê :
Ehmed Şera bi rêveberên ji bo Hesekê hatine erkdar kirin re civiya

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Serokê Qonaxa Veguhêz ê Sûriyê Ehmed Şera, îro 20ê Sibatê li Şamê bi rêveberên parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê re civiya ku ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatine erkdarkirin.

Hate diyarkirin ku Ehmed Şera, bi amadebûna Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî, ji bo nirxandina rewşa dawî ya parêzgeha Hesekê bi rayedarên herêmî re hat cem hev.

Di civînê de mijarên sereke yên wekî xizmetguzarî, rewşa jiyanê û pêvajoya siyasî hatin gotubêjkirin. Di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku ji bo baştirkirina rewşa welatiyan, pêdivî bi hewildanên hevbeş heye da ku çareseriyên pratîk û domdar bên pêkanîn.