Qeşa şikest û wesayîta geştiyaran ket nav golê: 8 mirî

Dîroka Weşanê :
Qeşa şikest û wesayîta geştiyaran ket nav golê: 8 mirî

PeyamaKurd- Li herêma Sîbîryayê ya Rûsyayê, wesayîta ku di ser aliyê qeşagirtî yê Gola Baykalê re derbas dibû, ji ber şikestina qeşayê kete nav avê.

Hate ragihadin ku di encama vê qezayê de 7 tûrîstên Çînî û ajokar jiyana xwe ji dest dan.

Li Gola Baykalê ya li herêma Sîbîryayê ya Rûsyayê ku wekî "gola herî kûr a cîhanê" tê naskirin, îro 20ê Sibatê wesayîteke ku 9 kes tê de bûn ji ber şikestina qeşayê kete nava avê.

Piştî bûyerê tîmên Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê û tîma Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Baykalê çûn cihê bûyerê.

Waliyê herêmê Igor Kobzev eşkere kir, tenê tûrîstek hatiye rizgarkirin, lê 7 tûrîst û ajokar winda bûne û tê texmînkirin ku wan jiyana xwe ji dest dane.