Rûsya: Me koma dronên Ûkraynayê bi moşekên Îskender ruxand

Dîroka Weşanê :
Rûsya: Me koma dronên Ûkraynayê bi moşekên Îskender ruxand

PeyamaKurd- Wezareta Berevaniya Rûsyayê û çavkaniyeke leşkerî ji Rûsyayayê ragihand ku hêzên Rûsyayê di şevekê de 239 dronên Ukraynayê rûxandine. Ji wan 90 drone li herêma Chernihiv bi moşekên "Iskender" hatin rûxandin.

Li gorî ragihandina medyaya rûsî, moşekekê kombûneke dronên Ukraynayê kiriye armanc.

Wezaretê daye xuyakirin, drone ji 19ê Sibatê saet ji 23.00an heya 20ê Sibatê saet 07.00an li gorî dema Moskowê hatine ruxandin.

Li gorî daxuyaniyê, drone li herêmên Bryansk, Deryaya Reş, Deryaya Azov, Komara Qirimê, Krasnodar, Rostov û Belgorodê hatine xistin.