Pervîn Buldan: Ocalan dixwaze civîna çapemeniyê li dar bixe

Dîroka Weşanê :
Pervîn Buldan: Ocalan dixwaze civîna çapemeniyê li dar bixe

PeyamaKurd- Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan ku peyamên Abdullah Ocalan parve dike got ku Ocalan dixwaze bi rojnamevanan re ango civîneke çapemeniyê li dar bixe.

Pervîn Buldanê derbarê hevdîtina xwe ya dawî ya bi Abdullah Ocalan re ji Yeni Ozgur Politikayê re axivî û diyar kir ku Ocalan dixwaze rasterast bi rojnamevanan re biaxive.

Buldan got ku rewşa tenduristiya Ocalan baş e, ew bi hêz e û ji bo pêşvebirina pêvajoyê bi motîvasyoneke mezin di nav hewldanê de ye.

Herwiha Buldan diyar kir ku Ocalan pêvajoyê di çarçoveya "entegrasyona demokratîk" ya ku ji du qonaxan pêk tê dinirxîne û Ocalan gotiye "Me qonaxa yekem temam kir".

Buldan got, "Ocalan diyar kir ku pêvajoya pevçûnan bi dawî bûye û çek bi awayekî sembolîk be jî hatine danîn. Di qonaxa duyem de divê modeleke entegrasyonê ya ku xwe dispêre garantiya yasayî were pêkanîn."

Li ser rewşa Qendîlê jî gotiye, "Divê mafên gelê Kurd, di serî de zimanê dayîkê, bên garantîkirin. Pêdivî bi parastina yasayî ya di qadên nasname, çand û hiqûqê de heye. Herwiha divê statuya kesên ku çek danîne, yên di girtîgehan de ne an jî li sirgûnê ne bê zelalkirin."

Ocalan gotiye: “Dê çi bi serê yên li Qendîlê û Mexmûrê were? Rewşa bi hezaran girtiyên siyasî yên li derveyî welêt an jî di girtîgehan de dê çawa bê sererastkirin? Divê ev hemû bi yasayan bên plankirin."

Herwiha Buldan daye xuyakirin ku sererastkirinên yasayî gihîştine qonaxa bicihanînê û divê kanalên pêwendiyê yên Ocalan bên berfirehkirin.