Xoşnaw: Wê li Hewlêrê tenê yek tabelaya ne Kurdî nemîne

Dîroka Weşanê :
Xoşnaw: Wê li Hewlêrê tenê yek tabelaya ne Kurdî nemîne

PeyamaKurd- Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand ku Hewlêr di warê bikaranîna zimanê dayikê li cihên giştî de, li Hewlêrê piraniya tabelayên mall û xwaringehan bûne zimanê Kurdî û tenê hejmareke pir kêm mane werin guhertin.

Omed Xoşnaw diyar kir, ev pêvajo bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya sala 2023an dest pê kiriye û got: "Piştî biryara Serokwezîr a ji bo Kurdîkirina tabelayên li cihên giştî, Hewlêr bajarê yekem bû ku lijneyeke bilind ava kir. Me gelek kampanya meşandin û niha li piraniya xwaringeh, mall û mêvanxaneyan zimanê Kurdî wek zimanê yekem tê bikaranîn."

Parêzgarê Hewlêrê destnîşan kir, wan demek dabû xwediyên kargehan da ku tabelayên xwe bikin Kurdî, eger kargeh zimanê Kurdî wek zimanê sereke bikar neynin, dê werin cezakirin. 

Xoşnaw wiha axivî: "Em niha bi tamî nizanin rêje çend e, lê tenê hejmareke pir kêm a kargehan mane. Di pêşerojê de ti tabelayek bêyî zimanê Kurdî li Hewlêrê namîne."

Hêjayî gotinê ye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di 21ê Sibata 2023an de bi boneya Roja Zimanê Dayikê fermanek derxistibû. Li gorî vê fermanê; Divê tabiloyên hemû saziyên hikûmî û nehikûmî bi Kurdî bin, Nûnertî, konsulxane, rêxistinên biyanî û kompanyayên kerta taybet divê zimanê Kurdî bikar bînin, Li otêl, xwaringeh û cihên geştiyariyê, divê lîsteyên xwarinê (menu), rêber û rênima bi zimanê Kurdî amade bin.