PeyamaKurd – Şêx Miwefaq Tarîf, rêberê ruhanî yê civaka Durzî yê li Îsraîlê, di civîneke çapemeniyê de li gundê Julis hişyariyeke tund da û diyar kir ku Durziyên li Sûriyeyê di bin dorpêçeke giran a hêzên hikûmeta demkî de ne.
Tarîf destnîşan kir ku rewşa mirovî gihîştiye qonaxeke krîtîk û destûr nayê dayîn ku alîkariyên bingehîn bigihîjin herêmê.
Li gorî daxuyaniyê, piştî heft mehan ji şer û pevçûnan, zêdetirî 120 hezar kes ji cih û warên xwe bûne û di van şert û mercên dijwar ên zivistanê de bê star û bê xurek mane.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku ji bilî koçberiya girseyî, gelek wargeh hatine rûxandin û zêdetirî 300 kesên sivîl, ku di nav wan de jin û zarok jî hene, hatine girtin.
Şêx Tarîf rexneyên giran li rejîma Şamê girtin û hêzên hikûmetê tawanbar kir ku zextên aborî û leşkerî li ser civaka Durzî zêde kirine.
Wî bi bîr xist ku di pevçûnên dijwar ên Tîrmeha borî de ku di navbera komên Durzî û eşîran de qewimîbûn, zêdetirî 2 hezar kes hatibûn kuştin û vê yekê birînên kûr di nav civakê de vekirine.
Ji bo rûbirûbûna vê karesatê, civaka Durzî li Îsraîlê li gundê Julis "Odeyeke Awarte" ava kiriye da ku hewildanên alîkariya mirovî organîze bike û bala raya giştî ya cîhanê bikşîne ser vê dorpêçê.
Şêx Tarîf tekez kir ku her çend gelê Durzî xwedî şiyana parastina xwe be jî, lê niha di bin metirsiyeke mezin a tunebûnê de ne û daxwaz kir ku civaka navneteweyî ji bo rakirina vê dorpêçê û gihandina pêdiviyên bingehîn tavilê bikeve tevgerê.