Krîza statuyê li herêmên dagîkirî: Gulala bû navçe, Kurd biryarê red dikin

Dîroka Weşanê :
Krîza statuyê li herêmên dagîkirî: Gulala bû navçe, Kurd biryarê red dikin

PeyamaKurd – Bajarokê Gulala (Celawla) yê bi ser parêzgeha Diyalayê ve ku yek ji herêmên herî krîtîk ên Madeya 140ê ye, bi fermî statuya "navçeyê" wergirt. Ev biryara ku ji aliyê Bexdayê ve hat pejirandin, bû sedema nerazîbûneke tund a aliyê Kurdî û PDKyê.

Biryara Bexdayê û "komployên li pişt perdeyê"

Serokê Encumena Parêzgeha Diyalayê, Omer Kûrûyî, duh, roja 19ê Sibata 2026an bi fermî ragihand ku Wezareta Plansaziyê ya Iraqê daxwaza wan qebûl kiriye û Gulala êdî navçe ye. Kûrûyî di daxuyaniya xwe de îdia kir ku hinek aliyan (bal kişand ser Kurdan) hewl daye bi "komployan" rê li ber vê biryarê bigirin, lê ew bi ser ketine.

 

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û berpirsên Kurd ên herêmê, vê gavê wekî binpêkirina eşkere ya Madeya 140ê ya Destûra Iraqê dibînin. Berpirsê PDKyê yê Xaneqînê, Şêrko Tewfîq, ji Rûdawê re ragihand ku:

  1. "Gulala herêmeke nakok e. Li gorî qanûnê, heta ku çarenûsa van herêman neyê diyarkirin, nabe sînor û statuya wan a îdarî were guhertin. Ev biryar neqanûnî ye."

Berpirsên Kurd hişyarî didin ku ev guhertina îdarî, hewildanek e ji bo qutkirina Gulalayê ji navçeya Xaneqînê û kêmkirina bandora Kurdan di hilbijartinan de. Şêrko Tewfîq bal kişand ser dîroka herêmê û got,

Di sala 1975an de nifûsa Kurd li Gulalayê 75% bû, lê bi polîtîkayên wiha dixwazin nasnameya herêmê biguherînin."

 

Çima ev biryar giring e?

  1. Madeya 140ê: Ev made dibêje ku divê herêmên nakokî (wek Gulala) bi sê qonaxan (asayîkirin, serjimêrî û referandûm) vegerin ser Herêma Kurdistanê an Bexdayê.
  2. Serxwebûna Îdarî:  Dema herêmek dibe navçe, budçe û rêveberiya wê ji navenda berê (Xaneqîn) tê qutkirin, ku ev yek di berjewendiya desthilata parêzgeha Diyalayê de ye.