PeyamaKurd – Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyê Tom Barrack, li Ebû Dabiyê daxuyaniyên giring dan. Barrack bang li Lubnanê kir ku rasterast bi Îsraîlê re rûnê û got:
Dem hatiye ku Lubnan rabirdûyê ji bîr bike û peymanekê bilezîne.”
Di heman demê de hêviya xwe anî ziman ku Kongreya Amerîkayê dê cezayên “Qanûna Sezar” ên li ser Sûriyeyê rake.
Derbarê rola Tirkiyeyê ya li Xezeyê de, Barrack diyar kir ku tevlibûna Enqereyê di hêza îstîqrara navneteweyî de “ne mimkin e”. Sedema vê yekê wekî “nebûna baweriya hevbeş” nîşan da, her çend têkiliyên Tirkiyeyê bi Hamasê re ji bo bêçekkirinê bikêrhatî bin jî.
Li aliyê din, hat ragihandin ku Serok Donald Trump plan dike beriya Noelê “Qonaxa Duyemîn” a plana Xezeyê, ku vekişîna Îsraîlê û avakirina “Konseya Aştiyê” li xwe digire, ragihîne.