PeyamaKurd – Li gundê Hermote yê Koyeyê, piştî ku kesên nenas êrîşî goristana Xiristiyanan kiribû, îro (5ê Kanûnê) gaveke watedar hat avêtin. Şandeyeke ji melayên olî û kesayetên naskirî yên Koyeyê, bi baqên gulan serdana goristanê kir û peyama yekîtiyê da. Di serdanê de tekezî hate kirin ku tu hewldan nikarin “prensîbên dîrokî yên biratiyê lekedar bikin”.
Keşeyê Dêra Koye û Hermoteyê, Peder Zeya Şaba ev helwêst wekî bersiveke dîrokî binav kir û got:
Ev bûyer wekî zengeke hişyarkirinê bû. Her çiqasî biêş bû jî, lê bû sedem ku peywendiya dîrokî ya di navbera me de kûrtir û bihêztir bibe.”
Peder Zeya, biratiya navbera pêkhateyan şiband “avahiyeke ku bingeha wê ji kevir e” û destnîşan kir ku tu bayekî lawaz nikare vê yekîtiyê birûxîne.