Brîtanyayê ceza li ser komên Emşat, Hemzat û Sultan Murad sepand

Dîroka Weşanê :
Brîtanyayê ceza li ser komên Emşat, Hemzat û Sultan Murad sepand

PeyamaKurd- Brîtaniya ceza li ser 3 sazî û 6 endamên komên çekdar ên li Sûriyê sepandin ku Tirkiye piştevaniya wan dike.

Hate ragihandin ku îro 19ê Kanûnê Brîtaniyayê dorpêç danîne ser 3 sazî û 6 endamên komên çekdar ên li Sûriyê û bi sedema binpêkirinên wan ên dijî mafên mirovan.

Hate zanîn ku cezayên Brîtaniya ji bo komên çekdar ên bi navên ”Emşat, Hemzat û Sultan Murad” e ku li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ligel artêşa Tirkiyê bicih bûne û heta niha gelek binpêkirinên wan hatine belgekirin.

28ê Gulana 2025an jî Yekîtiya Ewropayê ragihandibû ku wan ceza li ser komên ”Emşat, Hemzat û Sultan Murad” sepandine û wekî sedem jî, binpêkirinên wan ên li Sûriyê û Efrînê hatibûn nîşandan.