PeyamaKurd – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku keştiya balafirhilgir USS Abraham Lincoln li gel sê keştiyên şer ên wêranker (destroyer) gihîştin herêma berpirsiyariya wan a li Rojhilata Navîn.
CENTCOMê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev bicihkirin bi mebesta "xurtkirina ewlehî û aramiya herêmî" pêk hatiye.
Ev gava leşkerî ya Washingtonê di demekê de tê ku rageşiya bi Îranê re ji ber tepeserkirina xwepêşandanan zêde bûye. Her çend keştî niha li Okyanûsa Hindî bin jî, ev liv û tevger wekî amadekariya êrîşên asmanî yên mihtemel tê nirxandin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump hefteya borî ragihandibû ku ew fîloyeke pir mezin dişînin herêmê daku "ji bo her rewşekê" amade bin, lê hêvî kir ku neçar nebin wê hêzê bi kar bînin.
Li aliyê din, li Tehranê bi pankartên mezin gef li fîloya Amerîkayê hatibûn xwarin, ku ev yek nîşan dide tansiyon li herêmê gihîştiye asta herî bilind.