Kampa Malikî li dijî anîna girtiyên DAIŞê derket: Bexda biryarê wekî "serwerî" diparêze

Dîroka Weşanê :
Kampa Malikî li dijî anîna girtiyên DAIŞê derket: Bexda biryarê wekî "serwerî" diparêze

PeyamaKurd – Veguhestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê bo Iraqê, li Bexdayê bû sedema dabeşbûneke kûr a siyasî.

Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya bi serokatiya Nûrî Malikî, bi tundî li dijî vê pêngavê derket û daxwaz kir ku ji bo darizandina gumanbaran dadgehên navneteweyî bikevin dewrê.

Muna el-Gurabi, endama vê hevpeymaniyê di Parlamentoya Iraqê de, eşkere kir ku di koma yekem a 150 kesî de tenê 9 kes welatiyên Iraqê ne û yên din biyanî ne.

Gurabi tekez kir ku Iraq nabe bibe "depoya terorîstên cîhanê". Li aliyê din, hikûmeta Iraqê ev biryar wekî "mafê serweriyê" pênase kir. Berdevkê Ofîsa Serokwezîr, Sebah el-Numan, ragihand ku ev kes ji aliyê dadweriya Iraqê ve ji ber tawanên li ser axa Iraqê dihatin xwestin û ji bo rêgirtin li revîna wan ji zindanên Sûriyeyê, anîna wan mecbûrî bû.