PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan a Fransî Intelligence Onlineê derxist holê ku Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (MYE) bi dizî peymaneke dîrokî ya çekan bi şiketa Îsraîlî Elbit Systemsê re îmze kiriye. Ev peymana ku nirxê wê digihîje 2.3 milyar dolarî, di dîroka pîşesaziya parastinê ya Îsraîlê de wekî duyemîn peymana herî mezin a firotina çekan tê tomarkirin.
Li gorî hûrgiliyên ku derketine pêş, Îmaratê di çarçoveya vê peymanê de pergala parastinê ya pêşketî ya bi navê "J-Music"ê kirîye. Ev pergala teknolojîk ku bi taybetî ji bo parastina balafiran hatiye sêwirandin, teknolojiya lazerê ya pêşketî bikar tîne da ku sensorên mûşekên erd-hewa yên li dijî balafiran têne avêtin kor bike û wan neçalak bike.
Hate diyarkirin ku ev pêvajoyq berfireh dê di nava heşt salan de were temamkirin. Xaleke din a stratejîk a peymanê ew e ku bi erêkirina hikûmeta Îsraîlê, ev pergalên hesas dê li axa Îmaratê bi awayekî hevbeş werin hilberandin. Her çend şîrketa Elbit meha borî ragihandibû ku wan peymaneke mezin îmze kiriye jî, heta niha navê welatê kiriyar ji raya giştî re nehatibû eşkerekirin.