PeyamaKurd – Li bajarê Hong Kongê li herêma Tai Po di sîteya ku ji 8 apartmanan ava bûye agir pêket. Di wan 8 bilokan de 4 hezar kes dijîn. Heya niha di şewatê de 36 kes mirine û 29 kes birîndarin.
Tîmên îtfaiyê dixebitin da agir vemirînin lê 279 kes di nav agir de asê mane û ti agahî ji wan nastînin.
Şewat ewilî di apartmana 31 qatî de destpêkir ku 1900 mal tê de ne û paşî agir li apartmanên din belav bû. Hat gotin ku ji bo cepha derve ya apartmanê nûh bikin îskeleyên bambû danîbûn û wexta agir pêket, bambû jî kirin ku agir zûtir belav bibe.