Li welatê Afrîka li Gine Bissauyê derba leskerî hat kirin

Dîroka Weşanê :
Li welatê Afrîka li Gine Bissauyê derba leskerî hat kirin

PeyamaKurd - Li welatê Afrîka li Gine Bissauyê derba leşkerî ji aliyê serokê daîra leşkerî ya serokkomariyê ji aliyê Denis N’Canha de hat kirin. Bi Denis re grûbekî zabit hene û ragihand ku temamê welat kontrol kirine.

N'Canha û grûba sûbayan ya pê re, li serokerkaniyê civîna çapemeniyê çêkirin. Navê xwe danîn “fermandariya leşkerî ya bilind bo ji nûh de nîzamê tesîs bikin.” Heya fermanekî dinê wê desthilata temamê welat di bin destê wan de be.

Di belavoka xwe ya xwendin de, biryarê dane ku pêvajoya hilbijartinê rawestandine û sînorê welatê xwe asê kirine.

Malpera bi navê Jeune Afrique ya nûçeyan ku navenda wê Fransaye, ragihand ku xwe gihandine serokkomar Umaro Sissoko Embalo.

Di nûçê de hat gotin ku Embalo ji meqamê wî girtine û li pişt bûyerê fermandarê hêzên giştî yê bejayiyê heye.

Li Gine Bissau di 23yê mehê de di hilbijartina parlementoyê û serokkomariyê de, serokkomar Embalo, hêj encamên hilbijartinê nehatibûn ragihand, li gor ku hevalên wî hêjmartinê kirine, %65ê dengan sitendine.

Raqibê Embalo yê herî xwurt namzedê serbixwe Fernando Dias da Costa jî gotibû ku ew di hilbijartinan de qezenc kirine.

Gine Bissau di sala 1974an de serxwebûna xwe ji Portekîzê sitendibû û heya niha 12 car hewla derbeyê di welat de hatiye kirin.

Gine Bissau, cîranê Senegalê ye û di Afrîka de welatê herî feqîre.