PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Erbîlê balyozê Fransayê yê Bexdayê Patrick Durel û heyeta pê re qebûl kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanbê di mijarê de ragihand ku babetên li serê axifîn, piştî hilbijartinê tabloya ku derketiye ortêye.
Di hevdîtinê de her weha behsa encama hilbijartinan, dahatuya pêvajoya siyasî ya Iraqê, dînamîkên hundir yên Herêma Kurdistanê û têkiliyên bi Fransa re bi her awayî hatin şirovekirin.
Barzanî ragihand ku divê hukumetekî federal ya xwurt bê damezrandin ku karibe bibe bersiva pêdiviyên xelkê Iraqê.
Partiyên Kurd tevî jimara parlementerên wan yê di parlementoya Bexdayê de wehaye:
KDP: 27 kursî
KYB: 18 kursî
Helwest: 5 kursî
Yekgirtu: 4 kursî
Tevgera Nesla nû: 3 kursî