PeyamaKurd - Cîgirê Fermandarê Sûpaya Pasdarên Şoreşa Îranê bo Karûbarên Siyasî Ezîz Xezanferî, li ser danûstandinên nerasterast ên di navbera şandeyên Îran û DYAyê de li Omanê diyar kir ku DYAyê berî danûstandinên li Omanê çar şert pêşkêşî Îranê kirine û gef xwariye ku ger ev şert neyên bicîhanîn, wê êrîşekê bike.
Xezanferî got ku welatê wî teslîmî vê gef û şerê psîkolojîk nebûye û bi bîr xist ku DYA dixwaze bernameya moşekên balîstîk, piştgiriya ji bo komên herêmî yên wekîl, uranyuma dewlemendkirî û mijara nukleerî bike mijarên danûstandinê.
Xezanferî diyar kir ku şiyanên parastinê yên Îranê ne mijara danûstandinê ne û ew tevî danûstandinan jî tedbîrên leşkerî digirin.
Xezanferî îdia kir ku çarçoveya giştî ya danûstandinên li Omanê ne li gorî şertên ku ji hêla DYAyê ve hatine pêşkêşkirin, lê li gorî helwesta Îranê hatiye çêkirin û bi bîr xist ku danûstandin tenê li ser mijarên nukleerî bûn.